Otobês

Otobês

아직 평점이 없습니다
Jan 1, 2007 · 터키어 · 페이퍼백 (196 페이지)
서가에 추가

이 책 평가하기


도서 일지 내보내기

책 세부 정보

형식 페이퍼백
페이지 196
언어 터키어
출판됨 Jan 1, 2007
출판사 Weşanên Lîs
ISBN-10 605568313X
ISBN-13 9786055683139

설명

Yunus Eroğluyê romannûs û wergêrê xort (romana wî ya pêşîn, Nameyek Ji Xwedê Re, Lîs, 2007) bi romana xwe ya duduyan, Otobêsê, romana me û zimanê me ber bi devereke bi şewq û şemal ve dajo, xwendevanê xwe yê jîr vedixwîne ceng û cîdala dengekî ku bi ser gelek dengan dabeş dibe.

Otobês romanek e, ku albûmeke ji gelek kesan pêkhatî ye. Her paldankek bi dengê xwe yê navxweyî qala xwe dike. Dengên ku di paldankên otobêsekê de rûniştine û heftokan ji dawa xwe de dirijînin.

Yunus Eroğlu bi vê romana xwe ya bi navê Otobês jî zorê dide tixûbên zimanê Kurdî, bi zimanekî wiha bi silsileta xwe berdewam dibe.

Ji yek ji baştirîn romannûsên nifşê me yê nû romaneke ku em hemû dikarin pê serbilind bibin

Yunus Eroğlu-Romannûs û wergêr. Di sala 1984’an de, li Dêrîşa bi ser Stewra Mêrdînê ve ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Bismilê, ya navînî li Erxeniyê xwend. Di sala 2006’an de, Zankoya Teknîkî ya Rojhilatê Navîn (ODTÜ, Enqere) kuta kir û ji beşên Zimanê Îngilîzî û Dîroka Felsefeyê mezûniyet wergirt. Piştî sê salên xebatê yên li Cizîrê, li navçeya Amedê, Bismilê bi cî bû. Romana wî ya pêşîn, Nameyek Ji Xwedê Re, di 2007’an de, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Wî her wiha berhemin ji zimanên Îngilîzî û Spanî, ji William Faulkner, Gabriel Garcia Marquez û Juan Rulfo wergerandine Kurdî.
서가에 추가

이 책 평가하기


도서 일지 내보내기